Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Ez xwe wek xizmetkarê gelê xwe dibînim

Duhok-KDP.info- Di Kongreya 14an a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de Mesrûr Barzanî wek Cîgirê Serok Barzanî hat hilbijartin û di kongreyê de gotarek pêşkêş kir û di gotara xwe de ragihand: “Cihê şanaziyê ye ku ez endamê partiyekê bim ku Cenabê Barzaniyê Nemir damezrînerê wê û Serok Barzanî serokê wê ye.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Gelek spasiya birayê xwe yê Birêz Kak Nêçîrvan Barzanî dikim ji bo vê pêşniyarê, ez xwe deyndarê we hemûyan dibînim, her wek Cenabê Serok kerem kiriye, em hemû ji ber PDKê mezin in, em bi hev re dikarin bi ser bikevin.”

Herwiha destnîşan kir: “Ji bo min şeref û şanazî ye ku endamê partiyekê bim ku Cenabê Barzaniyê Nemir damezrînerê wê û Cenabê Serok Barzanî serokê vê partiyê ye.”

Mesrûr Barzanî got: “Ez spasiya baweriya we birêz û xoşewîstan dikim, min her dem fermana Cenabê Barzaniyê Nemir ku wiha kerem kiriye 'Mirov divê xizmetkarê gelê xwe be' kiriye serkarê jiyana xwe, em di her erk û postekî de bin, divê em xizmetkarê gelê xwe bin, her post û wezîfeyek li cem min erk û berpirsyarî ye.”

Tekez jî kir: “Ez li her cihek bim, ez xwe weke xizmetkarê cenabê we û gelê xwe dibînim, ez soz didim ku em ligel birayê xwe yê Birêz Kak Nêçîrvan Barzanî di siya Cenabm Serok de di xizmeta we de bin û hemû wan prensîpên ku PDK li ser wan hatiye damezrandin, pabend bin.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ez soz didim Cenabê Serok, her wek çawa we kerem kiriye, 'Eziyetê li kesî nekin û eziyeta ji ti kesî jî qebûl nekin', em vê yekê bikin pêşîneya karê xwe û em li ser wê berdewam bin. Tiştê ji me tê ji bo xizmeta vê partiyê û vî gelî, em li ser wê berdewam bin û texsîr nekin, Xweda alîkarê me be ku em bikarin van salên li pêş me zêdetir di xizmeta cenabê we de bin, em bikarin hem partiya xwe ser bixin, hem jî ezmûna welatê xwe ber bi qonaxeke geştir û pêşketîtir bibin, careke din gelek spasiya we dikim ji bo vê baweriyê.”