Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Hêvîdar im encamên kongreyê di xizmeta berjewendiyên bilind ên gelê me de bin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro Pênşema 03.11.2022yê, bi boneya destpêkirina 14emîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Duhokê, peyamek di tora xwe ya fermî yê “Twitter” de belav kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

“Îro 14emîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Duhokê dest bi karên xwe kir.

Bi vê boneyê, pîrozbahiyê li hemû endam û alîgirên PDK ê û gelê Kurdistanê dikim. Hêvîdar im encam û raspardeyên Kongreya Çardemîn a PDK’ê di xizmeta berjewendiyên bilind ên gelê me de bin.”