Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Fazil Mîranî pêşwazî li şanda Partiya Sosyalîst a Bakurê Kurdistanê kir

Hewlêr-KDP.info– Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî pêşwaziya Mesûd Tek Serokê Partiya Sosyalîst a Bakurê Kurdistanê (PSK) û şanda pê re kir.

Di civînê de endamên Polîturoya PDKê Zeîm Elî û Mehmûd Mihemed û Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Kurdistan û Iraqê Elî Husên û Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PKK) Hoşyar Sîweylî amade bûn. Fazil Mîranî jibilî bixêrhatina şanda mêvan behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û pêşhatên dawî û bûyerên niha li Iraq, Kurdistan û navçeyê kir.

Sekreterê Polîtburoya PDKê tekezî li ser wê yekê kir ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî piştevaniya mafên rewa yên hemû miletan dike ku bi rêyên aştiyê û dûr ji tundûtûjiyê hewl didin ji bo bidestxistina mafên xwe.

Mîranî got ku, peywendiyên dualî yên Partiya Demokrata Kurdistanê û Partiya Sosyalîst a Bakurê Kurdistanê (PSK) dîrokî ne û di destpêkê de ev peywendiyên han di xizmeta gelê Kurd de bûn ji bo bidestxistina mafên xwe , weke hemû neteweyên cîhanê.

Di hevdîtinê de Serokê Partiya Sosyalîst a Bakurê Kurdistanê (PSK) Mesûd Tak spasiya pêşwaziya germ a Mekteba Siyasî ya PDK kir û tekez kir ku gelê Kurdistanê xwedî yek êş û yek armanc e, ew jî jiyaneke bi bextewarî ye li ser axa xwe û gelê Kurd hertim xema jiyaneke bi seqamgîrî û pêkvejiyana aştiyane li welatê xwe bûye û ev yek ji girîngtirîn taybetmendiyên gelê Kurd û Kurdistanê ye.

Mesûd Tak peywendiyên dualî yên di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Partiya Sosyalîst a Bakurê Kurdistanê (PSK) de wek pêwendiyên pêşketî û gelekî serkeftî binav kir û hêvî xwest ku Kurdistan di pêşketinê de berdewam be.

Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hêviya serkeftinê ji bo kongreyê û pêşketina partiya mêvan xwest.