Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

UNAMI: Divê êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê bên rawestandin

Hewlêr-KDP.info- Nûnertiya Netewên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) di daxuyaniyekê de ragihand, divê demildest êrîşên Îranê yên li ser çend deverên Herêma Kurdistanê bên rawestandin.

Roja Çarşemê 28ê Îlona 2022, UNAMI li ser hesabê xwe yê Twitterê li ser êrişên îro yên Îranê bo ser binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û dibêje “Dê encamên wêranker ên dîplomasiya mûşekbaranê hebin.”

UNAMI di berdewamiya peyama xwe de dibêje “Li Iraq û Herêma Kurdistanê jî di nav de, em nêrînên ku wek “hewşa piştê” nêzîkatî were kirin û bi awayekî rûtîn û serweriya cîranan binpê dikin, red dikin. Dîplomasiya mûşekan karekî bêsûd e û encamên wê wêranker hene. Divê demildest ev êrîş bên rawestandin.”