Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK: Pirsgirêk û kêşe bi çêkirina aloziyên li dervey sînoran nayên çareserkirin

Hewlêr-KDP.info- “Êrîş û bombebaranên Komara Îslamî ya Îranê li ser Herêma Kurdistanê li herdu parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê, binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê ne, di heman demê de kuştina jin û zarokên bêguneh karekî tawankarî ye li dijî mirovatiyê ye û tu hêcetek jê re nîne.

Em wek Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) van êrîş û bombebaranan şermezar dikin û wan wek bêhurmetî li prensîbên cîrantî û dostayetiyê dibînin. Pêwîst e dawî li wan êrîşan were û êdî Herêma Kurdistanê nebe qada nakokiyan û cihê yekalîkirina pirsgirêk û giriftên wan ên hindur, ku ti pêwendiya wan bi xelkê Herêma Kurdistanê nîne.

Pirsgirêk û kêşe bi çêkirina aloziyên li dervey sînoran nayên çareserkirin, lê baştirîn rê ji bo çareserkirinê diyalog û hevqebûlkirin e, tevî hebûna cudahiyan jî.

Di dawiyê de em xemgînî û dilgiraniya xwe li hember hemû ziyanên canî û madî yên şêniyên van deveran tînin ziman.

 

Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê

28.9.20222”