Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî di salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de: Tarîtiya şevê her divê biçe

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya pêncem salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê li ser tora xwe ya civakî Twitterê peyamek belav kir.

Yekşema 25.09.2022 Serok Mesûd Barzanî li pêncemîn salvegera encamdana referandûma serxwebûnê de peyamek bi zimanê Erebî li ser tora civakî ya Twitterê belav kir ku ev jî naveroka wê ye:

Ew roja mîllet jiyanê bixwaze,

Bêguman çarenivîs bi dengê wê ve bê.

Tarîtiya şevê her divê biçe û

Zincîr jî her divê biqete

Ewê nexwazê li çiyayan hilkişe

Wê heta hetayê li nav çal û çolan de bimîne