Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Koreya Başûr kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 25ê Îlona 2022an pêşwazî li Konsolê Giştî yê nû yê Koreya Başûr li Herêma Kurdistanê Cho Kijoung kir.

Serok Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di hevdîtinê de, pîrozbahiya li destbikarbûnê li Konsolê nû yê Koreya Başûr kir, hemû piştevaniyên ji bo serxistina erkê wî nîşan da û li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya hevkariyên mirovî, binyatdanana saziyan û piştgîriya Koreya Başûr dupat kir ku bi rêya Tima Leşkerî ya Zeytûn û Ajansa Koica pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine.

Konsolê Giştî yê Koreya Başûr ji aliyê xwe ve, dupat kir ku têkiliyên welatê wî ligel Herêma Kurdistanê, têkiliyên taybet in û hêvî xwest ku bikarin wan têkiliyan ji bo asteke bilindtir û berfirehtir bibin, her wiha, bi kurtî behsa kar û çalakiyên welatê xwe yên li Herêma Kurdistanê kir û paldana kertê taybet yê Koreya Başûr û derfetên sermaye razandinê ji bo kompaniyên Koreyî li Herêma Kurdistanê ber çav kirin.

Di hevdîtinê de, her du aliyan, tekîd li ser berfirehkirina têkiliyan di warê kultûrî da û hevahengî û hevkariya di warê perwerde û fêrkirinê da kir, herwesa rewşa siyasî li Iraq û Herêma Kurdistanê gotubêj kirin.