Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî beşdariya merasima cejna Neteweyî ya Erebistana Siûdî kir

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja înê 23.09.2022ê li bajarê Hewlêrê, beşdariya merasima 92. emîn salvegera roja Niştimanî ya Şahnişîna Erebistana Siûdî kir ku, ji aliyê Konsolxaneya Giştî ya Erebistana Siûdî ve li Hewlêrê hatibû amadekirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî bi vê minasebetê pîrozbahiyê li Şah Selman bin Ebdulezîz, Cîhnişînê Siudiyê Mîr Mihemed Bin Selman, Serokatî, Hikûmet û gelê Erebistana Siûdiyê kir û hêviya serkeftin û jiyaneka xweş jê ra xwest.

Konsolê Giştî yê Erebistana Siûdiyê yê Hewlêrê, ji aliyê xwe ve, li ser navê xwe û Serokatiya Erebistana Siûdiyê spasiya beşdariya Serok Nêçîrvan Barzanî di cejna Neteweyî ya welatê wan de kir û rêz û hurmet nîşan da.

Di merasîmê de hejmarek ber bi çav ji berpirsên bala yên Herêma Kurdistanê, dîplomatkar û nûnerên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê amade bûn.