Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya Amerîkayê bo hêzên Pêşmerge kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Alîkara Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka bo Karûbarên Asayişa Navdewletî Celeste Wallender kir.

Îro Çarşema 21ê Îlona 2022yan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeke Amerîkî ya bi serokatiya Alîkara Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka bo Karûbarên Asayişa Navdewletî Celeste Wallender kir û spasiya piştevaniya Amerîkayê ya ji bo hêzên Pêşmerge kir.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokwezîr di civînê de li ser pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û yadaşta hevtêgihîştinê gotûbêj hat kirin, ku îro di navbera herdu aliyan de li ser berdewambûna piştgirîkirina Pêşmerge û hevahengiya serbazî û ewlehiyê tê îmzekirin.

Hat eşkerekirin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya Amerîkayê kir ji bo hêzên Pêşmerge, bi taybetî di rûbirûbûna teror û terorîstên DAIŞê de. Bi taybetî ku îro ew yadaşta hevtêgihiştina girîng di navbera herdu aliyan de tê îmzekirin û daxwaza Herêma Kurdistanê jî ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Amerîkayê dûpat kiriye.

Alîkara Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê nîşan daye û diyar kiriye ku cihê şanaziyê ye îro li vir e ji bo îmzekirina vê yadaşta hevtêgihîştinê ku nîşaneya bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye, çaksaziyên Kabîneya Nehem, bi taybetî çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal bi awayekî bingehîn û li ser bingeha destûrê, çend mijarên din ên civînê bûn, ku Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski û Konsulê Giştî yê Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê Ervin Hicks Jr amade bûn.