Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Yekîtiya Zanayan kir

Hewlêr-KDP.info- Bi helkefta 52 saliya damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê, bi germî li Serok û Mekteba Bicîhkar ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê û hemû mamosta û zanayên olî pîroz dikim û serkeftinê jê ra dixwazim.

Bi vê minasebetê em bi rêz û hurmet li têkoşîna Yekîtiya Zanayan ya di qonaxên şoreş û azadiyê de dinêrin û silavan li giyanê şehîdên Yekîtiya Zanayan dikîn. Em rol, pêgeh û bandora Yekîtiya Zanayan û Mamostayên Olî di civaka Kurdistanê de, bi taybetî di pêşxistina pêkvejiyanê, lêborîn û rûbirûbûna tundrewiyê de bilind dinirxînin.

Em destxweşiyê li Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistanê dikin ji ber kar û hewlên wê yên ji bo bidestxistina mafên mamostayên olî û hemû piştevaniyê ji bo xizmetkirin û baştirkirina jiyana zana û mamostayên olî dupat dikin.

Xwedayê mezin bi me hemûyan re be û gel û welatê me biparêze.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
21.09.2022