Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî beşdarî di behiya Şahjin Elizabeth de kir

London-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di duyemîn roja serdan û beşdarîkirina di merasima sersaxî û xatir xwestina ji Şahjin Elizabetha Duyemîn, îro roja dusemê 19.09.2022ê, digel Serok û rêberên cîhanê û bi hevalînîya Balyozê Iraqê Şaneşîna Yekgirtî, beşdarî di civîna sersaxiyê ya Şahbanûya Elizabeth II kir ku li Westminster Abbey li Parlamentoya Şahnişîna Yekgirtî hatibû sazkirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî duhî êvarî, roja yekşemê, 18.09.2022ê, li ser vexwendina fermî ya Hikûmeta Brîtanyayê gihiştibû Londonê û digel serok û rêberên cîhanî li Koşka Şahaneyê ya Buckingham li Londonê beşdarî di merasima sersaxî û xatir xwestina ji Şahbanûya xwedê jêrazî Elizabetha Duyemîn Şahjina Şahnişîna Yekgirtî bû û li ser navê xwe, gel û hikûmeta Kurdistanê sersaxiyê li rêzdar Şah Charles III, Malbata Şah, gel û Hikûmeta Brîtanya û welatên nêzîkî Britanya (Commonwealth) xwest.