Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Bersivek ji Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê

Ofîsa Ragihandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser bûyerên 31ê Tebaxa sala 1996an daxuyaniyek belav kiriye, bê ku behsa sedemên wê bûyerê bike.

Li vê dê, em bi bîra hemû aliyan tînin ku 31ê Tebaxê encam û berteka anîna berfireh a hêzên Supaya Pasdarên Îranê bû ji aliyê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ve, di şeva 16-17ê Tebaxa 1996an de. ku ji çend aliyan ve êrîşî axa Kurdistanê kirin.

31ê Tebaxê bersiva vê dagirkerî û êrîşê bû, bi kurtasî (lêdana gendelkarê mezin bû bi destê gendelkaran) ku ji gelê Kurd re serkeftin û aramî anî û welat wek xwe parastî ma.

Ligel wê yekê jî, em bi bîra wan tînin ku xiyaneta herî mezin ew bû ku di 16ê Cotmeha 2017an de, beşek ji endamên YNKê bi rêkeftinekê, nîvê axa Kurdistanê tevî Kerkûkê jî dan destê neyarên gelê Kurdistanê.

Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê
Partiya Demokrat a Kurdistanê
31-8-2022”