Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Em amade ne hevkar bin ji bo vegera aştî û aramiyê bo Iraqê

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê rewşa Iraqê de pêwendî bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re kir û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo vegerandina ewlehiyê bo Iraqê nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir û nivîsî: “Ez ji ber qonaxa nû ya tundûtûjiya li Iraqê pir dilgiran im. Ez bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re axivîm. Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye hevkar be ji bo vegera aştî û aramiyê bo Iraqê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Niha dema diyalogeke vekirî û zelal e li ser pirsgirêkên kûr û giran ên ku welat pê re rûbirû ye. Divê em hemû bi wêrekî cûdahiyên hev nas bikin û qebûl bikin. Rewşa em hemû tê de ne, pêwîstiya wê bi çareseriyek mayînde heye.”