Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Divê Hikûmeta Iraqê malbatên qurbaniyên enfalê qerebû bike

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Tebaxa 2022an peyamek bi boneya 34emîn hemleya Enfala Badînan belav kir û tê de ragihand, “Divê zîhniyeta li pişt van karesat û tawanan bi dawî bibe û rê li ber dubarebûna komkujiyên bi vî rengî were girtin.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

“Bi boneya hemleya Enfala Badînanê ku qonaxa dawî ya Enfala bednav bû, rejîma Iraqê weke hemû navçeyên din ên Kurdistanê, tawaneke din a hovane li hember xelkê devera Badînan kir ku di encama wê hemleya ku çekê qedexekirî hat bikaranîn de bi hezaran kes hatin şehîd û wendakirin û bi deh hezaran kes jî koçber û derbider bûne û bi sedangund wêran bûn.

Di sî û çaremîn salvegera vê tawana hovane de, em bi rêz û hurmet qurbaniyên Enfalê li Badînan bi bîr tînin û em careke din dubare dikin ku divê hikûmeta Iraqê li gorî destûrê, ziyandîtiniyan û malbatên qurbaniyên Enfal û tawanên rêjîma berê ya Iraqê bi awayekî hêja qerebû bike ku ev mafekî rewa yê gelê stemlêkirî yê Kurdistanê ye. Her wiha divê zîhniyeta li pişt van karesat û tawanan bi dawî bibe û rê li ber dubarebûna komkujiyên bi vî rengî were girtin.

Di salvegera Enfala Badînanê de, silav û rêz li giyanê pak ê enfalkiriyên Badînanê û tevahiya şehîdên Kurdistanê.”