Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Balyozê Japonyayê bo Mesrûr Barzanî: Em amade ne pêwendiyan xwe bihêztir bikin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşema 22yê Tebaxê, pêşwazî li Balyozê Japonya yê li Iraqê Suzuki Kotaro kir.

Di hevdîtinê de li ser pêşvebirina pêwendiyên dualî û rewşa giştî ya Iraq û navçeyê gotûbêj hat kirin.

Balyozê Japoya yê li Iraqê pesnê çaksaziyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê da di warê hemecûrkirina aboriyê û hêsankarîkirina ji bo veberhêneran û piştgiriya sektora taybet. Herwiha amadebûna welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya Japonyayê kir, bi taybetî ku bi rêya ajansa JICA û bi hevkarî û hevahengiya Hikûmeta Herêmê, çend projeyek li Herêma Kurdistanê encam didin. Herwiha daxwaza pêşxistina zêdetir a pêwendiyan ligel Japonyayê di hemû waran de dûpat kir.