Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: PDK wek herdem di sengerên pêşî yên berevaniya li rûmeta Kurdistanê de ye

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û roja jidayikbûna Serok Mesrûd Barzanî de peyamek belav kir û tê de ragihand, “PDKê di qonaxên curbicur ên xebat û tekoşîna xwe de, tevî hemû gef û planên dijmin û nehezan û rojên dijwar ên berxwedanê, ti carî dest ji mafên gelê Kurdistanê bernedaye û bernade.”

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:

“Bi boneya 76emîn salvegera damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û roja jidayikbûna cenabê Serok Barzanî, pîrozbahiyeke germ li serkirdatî, endam, alîgir û dostên Partiya Demokrat a Kurdistanê dikim. Hêvîdar im wek her dem, PDK di pêşketin û pêşengiya xwe de berdewam be. Heftê û şeş sal in, PDK wek partî û tevgereke cemawerî û Kurdistanî, bêwestan pêşengiya tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê dike û heta niha jî bi xebat û têkoşîna ji bo bidestxistina mafên netewî û niştimanî û parastina destkeftên gelê Kurdistanê berdewam e.

Di qonaxên curbicur ên xebat û tekoşîna xwe de, tevî hemû gef û planên dijmin û nehezan û rojên dijwar ên berxwedanê, ti carî dest ji mafên gelê Kurdistanê berneda û bernade. Her demê jî ku her çi gefek li ser Kurdistanê hebe, PDK di eniya herî pêş a berevanî û parastina rûmeta Kurdistanê de ye. Ji ber wê jî, endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê hest bi serbilindî û şanaziyê dikin li ew partiyeke niştimanî, rêber û serokekî ne ku hertim li gel Pêşmergeyên qehreman li sengerên pêşî ne ji bo berevaniya li rûmet û serbilindiya gelê Kurdistanê.

Şanaziyeke din a dîrokî ya birûmet a PDKê wek partiyeke Kurdistanî ew e, ku bi berdewamî berevanî li mafên mirovan û mafên hemû pêkhateyên curbicur ên netewî û olî yên Kurdistanê dike û herdem parêzvanê mafên hemû çîn û pêkhateyên Kurdistanê ye. Ji bo wê jî, PDK bi berdewamî kar ji bo kultura pêkvejiyana aştiyane û bihêzkirina çanda lêborînê li Kurdistanê dike.

Di salvegera damezrandina PDKê de, silav li damezrênerê PDKê û rêberê netewa me nemir Mistefa Barzanî û kak Îdrîsê herdem sax û hemû şehîdên Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî

16ê Tebaxê”