Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: PDK îrade û hêvî û hêz e ji bo hemû xelkê Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya 76 saliya damezirandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) peyamek belav kir û tê de daxwaz ji hemû endamên PDKê kir ku îrade û hêviya wan bihêz be ji ber ku PDK îrade û hêvî û hêz e ji bo hemû xelkê Kurdistanê.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi helkefta hatina şanzdehê Tebaxê û bîranîna heftê û şeşemîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû kadîr û alîgir û cemawerê Partî û hemû xelkê Kurdistanê dikim.

Li bîranîna Şanzdehê Tebaxê da peyama min ji bo cemawer û alîgir û endamên Partî eweye ku PDK partiya doz û bihayane û şopa rêbaza Barzaniyê Nemir û cihê hêviya xelkê Kurdistanê ye. Ji bo wê yekê pêwîste hemû kesên partîyî li asta meziniya dîrok û qurbanîdana partiya xwe û xwîna şehîdan bin û divê erkê xwe bi baştirîn awayî encam bidin ku xizmetkirin û bihêzkirina Kurdistanê ye. Daxwaz ji hemû Partiyiyan dikim ku îrade û hêviya wan bihêz be ji ber ku PDK îrade û hêvî û hêz e ji bo hemû xelkê Kurdistanê.

Mesûd Barzanî

16ê Tebaxa 2022”