Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK bang li aliyên Iraqê kir: Dikarin li ser encamdana hilbijartinên pêşwext lihev bikin

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di daxuyaniyekê de ji hemû aliyên siyasî daxwaz dike, pêngavên cidî, pêwîst û bilez ji bo encamdana gotûbêjeke berhemdar û serkeftî bigrin ber xwe.

Teksta daxuyaniya Polîtbîroya PDKê:

“Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li hember rewşa siyasî ya Iraqê nerazîbûna xwe nîşan da. Diyar e ji dema ragihandina encamên hilbijartinên Cotmeha 2021ê ve, ew karvedan û pirsgirêk û pêşhatên piştî ragihandina encamên hilbijartinan bûne asteng li pêşiya avakirina hikûmeta nû ya Iraqê li ser bingeheke destûrî ya pêbawer li ser bingeha sîstema siyasî ya niha, di encamê de jî welat gihîşt rewşeke siyasî xetimî.

Ji ber hestkirina mezin bi berpirsyaretiyê, û ji bo berjewendiya welat û ji bo parastina Iraqê ji metirsiyên ku rûbirûyê wê dibin, em daxwaz ji hemû serkirdeyên siyasî yên Iraqê dikin ku li hember qonaxa niha berpirs bin û daxwaz jî ji hemû aliyan dikin ku gavên cidî, pêwîst û bilez ji bo pêkanîna diyalogeke berhemdar û serkeftî bavêjin, li ser bingehê pêbendbûna bi pirensîpên destûra Iraqê ji bo rizgarkirina welat ji rewşa niha.

Ji ber wê jî ji bo pêkanîna proseya çaksaziyê û guhertinên rasteqîne û baştirkirina rewşa niha ya Iraqê, dikarin lihev bikin ku hilbijartinên pêşwext bên kirin piştî ku hemû alî li hev bikin û soz bidin ku bi encamên hilbijartinan razî bibin û tişa ku çêbû dûbare bibe.

Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê

13ê Tebaxa 2022