Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Peyama Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Heme Seîd Xefaf

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi mixabiniyê ve min nûçeya koça dawî ya kesayetiyê niştimanî û Kurdperwer Kak Heme Seîd Xefaf bihîst. Xwedê jêrazî Heme Seîd Xefaf dostê cenabê Barzaniyê Nemir û hevkareke cewherî yê Partî û Şoreşa Eylûl bû û li wê rêyêda tûşî zehmetî û koçberî û dûrî welat bû. Heme Seîd Xefaf kesayetiyeke dilsoz û xwedî helwest û herdem xizmetguzarê doza gelê xwe bû.

‎Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbata wan ya birêz û kesukar û dost û hevalên wî dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî Heme Seîd Xefaf bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

‎Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

 

Mesûd Barzanî

12.08.2022