Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Almanyayê kir

Hewlêr-KDP.info– Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Yekşema 7.8.2022 pêşwaziya Konsulê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê Clemens Zemtner kir.

Di hevdîtinê de Serok Nêçîrvann Barzanî spasiya hewlên Konsulê Giştî yê Almanyayê ji bo pêşxistina têkeliyên li gel Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de xwest.

Ji aliyê xwe ve Konsulê Giştî yê Almanyayê kêfxweşiya xwe ji bo karkirina li Herêma Kurdistanê nîşan da û spasiya hevkarî û piştevaniya aliyên peywendîdar kir ku pêşkeşî wî kirine di kar û çalakiyên wî de, herwiha rol û hewlên Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo komkirina aliyên siyasî yên Kurdistanê bilind nirxand.

Herdu aliyan herwiha peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Almanya, proseya siyasî ya Iraqê, rewşa Şingalê û çend mijarên din gotûbêj kirin.