Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Konsulê Holanda: Karê min li Kurdistanê şerefeke mizin bû û ezê her dostê we bimînim

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Holanda li Hewlêrê kir û di wê hevdîtinê de konsulê Holanda got, şerefeke mezin bû ku li Kurdistanê kar kiriye û di pêşerojê de jî ewê her wekî dostê gelê Kurdistanê bimîne.

Îro Çarşema 03.08.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Hans Akerboom Konsolê Giştî yê Holanda li Hewlêrê kir ku bi helkefta dawî hatina erkên xwe û bi mebesta xatir xwestin û malavayiyê serdana Serok Barzanî kiribû
Di hevdîtinê de di derbarê pêşhatên siyasiyên dawî yên Iraqê û egerên li nav proseya siyasiya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her di vê hevdîtinê de Konsolê Giştî yê Holanda ragihand ku şerefeke mezin bû ku li Kurdistanê kar kiriye û di pêşerojê de jî ewê her wekî dostê gelê Kurdistanê bimîne. Konsulê Giştî yê Holanda ragihand ku welatê wan amadeye li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevkar û hemaheng bê ji bo pêşxistina peywendiyan bi taybet li warê teknolojiya çandinê û berfirehtir kirina kertê çandiniya li Herêma Kurdistanê da.