Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Bi xwîna geş a sedan Pêşmergeyên qehreman Şingal ji dest DAIŞê hat azadkirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera jenosîda Êzdiyan li Şingal û derdora wê ya bi destê terorîstên DAIŞê peyamek belav kir.

Peyama Serokê Hikûmetê wiha ye:

“Di heştemîn salvegera jenosîda xwişk û birayên Êzdî li Şingal û derdora wê ya bi destê terorîstên hov ên DAIŞê, ku xem û kovaneke mezin e, bîranînên şehîdan û bêserûşûnên wê tewana hov bibîrtînin, ku bi hezaran kes bi komî hatin şehîd kirin û bêserûşûn û derbeder kirin.

Ew tewana hinde bi dil êş û hinavhej bû ku ti demekî nayê jibîrkirin û wijdana gelê Kurdistanê û mirovahiyê hejand û pêwîste bi ti rengekî rê neyê dan ew komkujî û tewane dubare bibin.

Di vê bîreveriyê de pêdiviye qurbanîdanên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya di rizgarkirina Şingalê ya bi rêberî û serpereştiya yekser a Cenabê Serok Mesûd Barzanî jî jibîr nekin, ku bi xwîna geş a sedan Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê Şingal ji destê terorîstên DAIŞê hate azadkirin.

Xwişk û birayên Êzdî, di dîroka kevin û nû de û di dirêjayiya salên derbasbûyî de, bi mixabinî ve gelek êş û derd dîtine. Naha jî bi sedema xwe sepandina grubên çekdar, Şingal heta naha navçeyekî ne bi ewle ye û xelkê wê hîn koçber in û nikarin vegerin ser malê xwe. Lewra bi vê helkeftê dakokiyê li ser bicîhanîna rêkeftina Şingalê û asayîkirina rewşa devera Şingalê û derketina milîs û grupên çekdar ên derveyî yasayê dikin, ku dawî bi êş û azarên koçberên Şingalê bê û bi serbilindî vegerin wargehên xwe.

Di vê bîranîna xemgîn de em tekez dikin ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser tevgera xwe ya li gel hikûmeta federal û civaka navnetewî ji bo vegerandina serbilindane ya xwişk û birayên Êzdî bo ser cîh û warên xwe berdewam be, Em di xema avadaniya Şingal û deverên din ên Êzdiyan de ne ku xizmeteke zêdetir bê kirin û li gor yasaya rizgarbûyên Êzdî, ku Encûmena Nûnerên Iraqê jî pejirandiye, divê kesûkarên qurbaniyan bên qerebûkirin.

Di heman demê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Tîma Lêkolînan a Navnetewî ya Tewanên DAIŞê (UNITAD) di alîkarî û hemahengiya berdewam de ye, ji bo ku dadgehkirina tewanbarên DAIŞê û arşîvkirina tewanên wan û bêhtir bi cîhanênasandina jenosîda xwişk û birayên Êzdî.

Hezaran silav ji bo rihê paqij ê şehîdên jenosîda Şingalê û temamê şehîdên Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

03.08.2022”