Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Şingal di destê çekdaran de ye ku nahêlin xelkê wê vegerin û navçe were avedankirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di salvegera heştemîn a jenosîda Şingalê de ragihand, tawana jenosîda Şingalê birîneke kûr e li ser gewdê gelê Kurdistanê, xwişk û birayên me yên Êzdî ji ber Kurdbûn û bi sedema ol û bîr û baweriyên xwe, ketin ber êrîşa teroristan.”

Peyama Serok Mesûd Barzanî:

“Îro heşt sal di ser êrîşa teroristan a li ser Şingalê re derbas dibin. Tawana jenosîda Şingalê birîneke kûr e li ser gewdê gelê Kurdistanê. Di vê karesatê de, xwişk û birayên me yên Êzidî ji ber Kurdbûn û bi sedema ol û bîr û baweriyên xwe, ketin ber êrîşa teroristan. Ew tawanên DAIŞê li dijî xwişk û birayên me yên Êzidî kiriye, berdewamiya wê zincîreya karesat û tawan bû ku di dirêjahiya dîrokê de li hember gelê Kurdistanê hatine kirin.

Di karesata komkujiya Şingalê de, cihê mixabiniyê ye ku tevî hebûna rêkeftina di navbera Herêm û Hikûmeta Iraqê de ji bo pêşeroj û birêvebirina Şingalê, hîn ew rêkeftin nehatiye cibicîkirin. Şingal di destê komek hêzên çekdaran de ye ku li pêş vegera xelkê û avedankirina Şingalê bûne rêgir. Pêngava yekem a dermankirina birîna Şingalê ew e, Şingal vegere destê xwediyên wê yên resen û ew hêz û mîlîşyayên ku destê xwe danîn ser wê, ji Şingalê derkevin û rêkeftina Şingalê bê cibicîkirin. Her wiha pêwîst e rêkarên wiha bêne girtin ku êdî careke din karesat, zulm û tawan li dijî Êzidiyan û pêkhateyên din dubare nebin.

Di vê bîranîna dilşewat de, şehîd û qurbaniyên Şingalê bi bîr tînin. Hevdem jî wan şehîd û Pêşmergeyên qehreman jî bi bîr tînin yên ku bi xwîna xwe çiyayê Şingalê parastin û dorpêça teroristan li ser çiyayê Şingalê şikandin û bajarê Şingalê jî ji destê teroristan rizgar kirin û di encamê de efsaneya DAIŞê şikandin û serê teroristên DAIŞê kete jêr pêyên Kurdên Êzidî.

Hezar silav li giyanê pak ê şehîdên Şingal û hemû şehîdên riya azadiya Kurdistanê

Mesûd Barzanî

3.8.2022”