Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî cejna Êzdiyan pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Bi boneya hatina Cejna Çileya Havînê ya Êzdiyan, Serok Barzanî peyamek belav kir û pîrozbahî li Êzdiyan kir.

Îro 02.08.2022yê Serok Mesûd Barzanî peyamek bi boneya Cejna Çileya Êzdiyan belav kir û ragihand: “Bi boneya Çileya Havînê ya xwişk û birayên Êzdî, pîrozbahiyekî germ li encûmena ruhanî û hemû Êzdiyên Kurdistan û cîhanê dikim.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de jî ragehand: “Hêvîdar im xwişk û birayên Êzdî hemû cejn û boneyên olî yên we di aramî û ewlehiyê de derbas bibin. Cejna we pîroz û bimînin di xêr û xweşiyê de.”