Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Herêma Kurdistanê Cejna Çilê Havînê li Êzdiyan pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê cejna Çilê Havînê ya Êzdiyan pîroz kir.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

“Cejna Çilê Havînê li hemû xwişk û birayên me yên Êzdî yên li Kurdistan û li her cihê dinyayê bin, bi taybetî jî yên ku hêşta di nava kampan de koçber in, bi germî pîroz dikim. Hêvîdarim ev cejn aramî, xêr û xweşiyê bi xwe ra bîne.

Di hemû cejn û bîranînan da em xwîşk û birayên xwe yên Êzdî yên ku bûne qurbanê destê terorê bi bîr tînin, serê xwe li ber wan ditewînin, malbatên revandiyan pişt rast dikîn ku dê li ser xebatên xwe yên ji bona vedîtin, vegerandin û eşkerekirina çarenivîsa revandiyan berdewam bin.

Hêviya cejneka aram û tena ji bo hemû Êzdiyan dixwazim. Her sal bi xêr û xweşî be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
02.08.2022”