Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Ji bo xizmetkirina Êzdiyan çi ji destê me tê em dikin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya cejna Çileya Havînê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Êzdiyên Kurdistan û cîhanê kir û ragihand, ji bo xizmetkirina xwişk û birayên Êzdî, her çi di şiyana Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dê bike.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

“Bi hilkefta cejna Çileya Havînê, pîrozbahiyeke germ arasteyî xwişk û birayên Êzdiyên Kurdistan û cîhanê dikim.

Hêvîdar im di rewşeke pir aram û ewle de vê cejnê derbas bikin.

Bi vê hilkeftê, dupat dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê her çi di şiyana wê de be, dê bixe karê xwe de ji bo bêtir xizmetkirina xwişk û birayên Êzdî û kêmkirina êş û azarên wan.

Cejna Çileya Havînê pîroz be û her tim di xweşiyê de bin.”