Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Enfalkirina Barzaniyan jî hêzek mezintir da berxwedana gelê Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 39emîn salvegera enfala Barzaniyan de peyamek belav kir û ragehand: Enfalkirina Barzaniyan jî hêzek mezintir da berxwedana gelê Kurdistanê û têkoşîna wî ya ji bona azadiyê, tawanbarên Enfalan rûreş û şermezar bûn.

Peyama Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

“Îro di 39 salvegera jenosayd û enfalkirina 8 hezar xort, ciwan û mêrên sivîl yên Barzanî de, em bejna xwe li hember canê qurbaniyên Enfalê ditewînin û bi rêz û hurmetê wan bi bîr tînîn.

Em silav û rêzan ji bo malbat û kesukarên wan dinêrîn ku piştî vê tawan û karesatê jiyaneke pir dijwar û tal derbas kirin û bi hezaran dayikên serbilind, bi tenê û bêçare, erka jiyan, perwerdekirin û mezinkirina zarokên xwe girtin ser milê xwe û nifşekî dilsoz mezin kirin. Ev dayik serbilind in, cihê şanaziyê ne û ez destên wan maç dikim.

Ka çawa ku hemû tawan û karesatên dîrokê nikarîn îradeya gelê Kurdistanê ji bo man û jiyanê bişkînin, bêşûnwarkirin û Enfalkirina Barzaniyan jî hêzek mezintir bi berxwedana gelê Kurdistanê û têkoşîna wî ya ji bona azadiyê bexşî, tawanbarên Enfalan rûreş û şermezar bûn.

Îro bi vê minasibetê ku em termê 100 qurbaniyên Enfalkiriyên Barzanî bi axa pîroz a welat dispêrîn, dil, hiş û xeyala min li cem dayîk, jin, xwûşkên cegerşewitî û zarok û kesûkarên enfalkiriyane, hevsoz û hevxemê wanim. Spas û hurmet ji bo xelkê ciwamêr yê Hewlêrê û hemû kesên ku alîkariya malbatên qurbaniyên Enfalkiriyan kirî.

Silav û hurmet li ser giyanê şehîdan be. Bîranîna wan hertim bi xêr be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31.07.2022”