Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Bibîranîna jenosîdkirina Barzaniyan bibîranîna hemû enfalbûyên Kurdistanê ye

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 39emîn salvegera enfala Barzaniyan de peyamek belav kir û ragehand: “Bibîranîna jenosîdkirina Barzaniyan bibîranîna hemû enfalbûyî û şehîdên Kurdistanê ye.”

Peyama Mesrûr Barzanî wiha ye:

“Îro yek ji tawanên herî mezin û ji bîr neçûyî ya rejîma berê ya Iraqê bibîr tînin ku komkujî û jenosîd kirina nêzî 8 hezar mirovên bêtawan yên Barzaniye. Bibîranîna qurbaniyên vê tawana han, îsal gelek xemgîntire, jiber ku îro termên 100 enfalkiriyên din ên Barzanî ji çolên Başûrê Iraqê bo Kurdistanê û warê xwe Barzanê, têne veguhastin.

Devera Barzanê zêdetir ji yek sede navenda Kurdatî, şoreş û raperînê bûye li dijî stem, zordarî û dagîrkeriyê. Stargeheke aram û ewle bûye, bo tevahiya wan kesên ku jiber nedadmendî û stemkarî berê xwe dane Barzan. Jiber vê çendê ev dever hertim weke tevahiya deverên din yên Kurdistanê rastî, êrîş û operasiyonên leşkerî, wêrankarî, bordiman û bikaranîna çekên qedexe kirî hatiye.

Pêla jenosîdkirina Barzaniyan, beşeke ji zincîre tawanên li dijî vê deverê û tevahiya navçeyên din yên Kurdistanê, û her ev yek bûye destpêka cîhbicîhkirina pêla enfal û kîmiyabarankirina Kurdistanê.

Di bîranîna vê komkujiya hovane de, birêzdarî ve şehîdên enfalkirî yên Barzanî û tevahiya şehîdên Kurdistanê bibîr tînin, bîranîna jenosîdkirina Barzaniyan, di heman demê de bibîranîna tevahiya enfalkirî û şehîdên Kurdistanê ye li devera Gerimiyan, Badînan, Balîsan, Şêx Wisanan, Kurdên Feyilî û Şingalê ye.

Herwiha lazime bi rêzdarî ve, qurbanî dana dayikên mihiriban û berxwedêr û kesûkarên qurbaniyan jî bikin, ku gelek bi serfirazî rûbirûyê dijwariyên jiyan û bandorên vê tawana han ya mezin bûne. Herwiha spasiya mêrxasî û bihawar hatin û hevkarî û hevsoziya xelkê Hewlêr û deverên din yên Kurdistanê dikin ku pêşkêşî kesûkarên enfalkiriyan kirine.

Di vê bîranîna han de careke din tekez li ser qerebûkirina kesûkarên qurbaniyên pêla enfalê dikin û lazime hikûmeta federalî weke çawe di nava destûrê de hatiye diyarkirin, bi awayeke şayiste kesûkarên enfalan qerebû bike. Mijara qerebû kirina qurbaniyên destê rejîma berê hatiye perawêzxistin û nabe ji vê zêdetir were jibîrbirin.

Lazime gelê Kurdistanê ti carî vê tawana han ji bîr neke ku derheqê xelkê Kurdistanê hatiye kirin û nabe careke din bo ti mebestek û bi ti hincetek amade be ku azadî, hikumranî û xwe birêvebirina xelkê Kurdistanê bike qurbanî û ji dest bide.

Di bîranîna jenosîdkirina Barzaniyan de, silaveke gerim pêşkêşî rihê paqij ya tevahiya şehîd û enfalkiriyên Kurdistanê dikim.

Hertim di bîra me dene û bi rêzdarî ve wan bibîr tînin.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

31 Tîrmeha 2022an”