Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Rûsya li Hewlêrê kir

Hewlêr.KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştiyê Rûsya li Hewlêrê kir.

Îro Şemiya 23.07.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Oleg Levin Konsulê Giştiyê Rûsya li Hewlêrê kir ku bi mebesta xatir xwestin û dawî hatina erkê xwe serdana Serok Barzanî kiribû.

Di hevdîtinê de Konsulê Giştiyê Rûsya li Hewlêrê spasî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û sazî û rêxistinên dinê Herêma Kurdistanê kir ku di dema derbasbûyî de hevkar û yarmetîder bûne ji bo bi cîhanîna erk û karên wan.

Her di vê hevdîtinê de di derbarê peywendiyên siyasî û aboriyên Herêma Kurdistan û Rûsyayê de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez li ser pêşxistina wan peywendiyan kirin.