Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Parlamentoya Kurdistanê: Divê Tirkiye û PKK bela şerê xwe ji nav axa Herêma Kurdistanê derxînin

Hewlêr-KDP.info– Parlametoya Kurdistanê di daxuyaniyekê de topbarankirina sînorê Zaxoyê şermezar kir û ragihand, divê Tirkiye û PKK belaya nakokiyên xwe ji ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê derxînin û divê axa Herêma Kurdistanê û serweriya Herêmê ji pirsgirêk û nakokiyan dûr bin

Nivîsa daxuyaniyê

“Mixabin careke din ji ber encamên şer û pevçûnên berdewam ên di navbera Tirkiyê û PKKê de li navçeyên sînorî û bi sedema topbarankirina artêşa Tirkiyê li ser seyrangeha Paraxî sînorê Dêrkarê li ser bi îdareya serbixwe ya Zaxo ve, hejmarek welatiyên sivîl şehîd bûn û hejmareke din jî birîndar bûn.

Parlamentoya Kurdistanê bi tundî topbarana artêşa Tirkiyê şermezar dike û daxwaz ji Hikûmeta Iraqa Federal dike ku erkên xwe yên yasayî û destûrî li gorî yasa û adetên navdewletî bicîh bîne û serweriya asman û axa Herêma Kurdistanê ji destdirêjiyên berdewam ên dewletên cîran û hêzên neyasayî biparêze. Herwiha hemû gavên qanûnî û dîplomatîk ji bo rêgirtina li van êrîşan bavêje.

Divê Tirkiye û PKK bela şer û pevçûnên xwe ji nav axa Herêma Kurdistanê derxînin û gelê Herêma Kurdistanê û serweriya herêmê ji pirsgirêk û nakokiyên xwe derxînin.

Em bang li saziyên destûrî yên Herêma Kurdistanê dikin ku hemû hewlên xwe li gel hikûmeta federal bidin ji bo çareseriya temam û welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê werin piştrastkirin ku ewêji êrîşên welatên cîran û hêzên neyasayî werin parastin.

Parlamentoya Kurdistanê hevxemiya xwe pêşkêşî malbatên wan geştyaran dike ku ji navçeyên cuda yên Iraqê hatine Kurdistanê, lê mixabin bûne qurbaniyên şer û pevçûnên ku ti pêwendiya wan bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re nîne.

Em erkê didin komîteyên taybet ên parlamentoya Kurdistanê ku lêkolînê li ser wê bûyera nexwestî bikin û tedbîrên parlamentoyê werbigirin.

 

Parlamentoya Kurdistanê”