Hewlêr-KDP.info – Li ser navê Serok Barzanî, heval Mehmûd Mihemed Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) serdana konsulê Japonyayê kir û hevxemiya Serok Barzanî ji bo kuştina Serokwezîrê berê yê Japonyayê ji hikûmet û gelê Japonyayê re ragihand.
Îro danê sibê li ser navê Serok Barzanî heval Mehmûd Mihemed Endamê Polîtbîroya PDKê serdana Konsulusxaneya Giştî ya Japonyayê li Hewlêrê kir û bi germî ji aliyê Mikihiro Arakawa Konsulê Giştî ve hat pêşwazîkirin.
Di vê serdana han de heval Mehmûd Mihemed ji ber terorkirina Serokwezîrê berê yê Japonyayê Shinzo Abe, hevxemiya Serok Barzanî û gelê Kurdistanê pêşkêşî Konsulusê Giştî, Hikûmet û gelê Japonyayê kir.
Ji aliyê xwe ve jî Mikihiro Arakawa spasiya cenabê Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir û têkeliyên navbera Japonya û Kurdistanê bilind nirxand.