Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Cîgirê Wezîra Berevaniya Almanya: Emê li ser piştevaniya Hêzên Pêşmerge berdewam bin

Hewlêr-KDP.info – Birîkarê Wezareta Pêşmerge û Cîgirê Wezîra Berevaniya Almanya tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Almanya bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirin.

Cîgirê Wezîrê Berevaniya Almanya General Markus Laubenthal îro di konferanseke rojnamevanî de got: "Ji bo min gelekî girîng bû ku ez serdana Iraq û Kurdistanê bikim da ku rewşê bibînim û fêm bikim." Derbarê mana hêzên welatê wî li Iraql wiha got: “Ezê gelek agahiyan bi xwe re vegerînim û Parlamentoya Almanyayê dê di meha Cotmehê de biryarê li ser vê yekê bide.”

Cîgirê Wezîra Berevaniya Almanyayê tekez kir ku Almanya dê li ser piştevaniya hêzên Iraqî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam be.

Derbarê alîkariyên serbazî yên Almanya bo Hêzên Pêşmerge ku ev saleke rawestane, Markus got: "Şerê li Ukraynayê ji Almanyayê re gelek zehmetiyên ewlehiyê çêkiriye. Almanya û welatên din gelek piştgirî dane Ukraynayê, ji ber vê yekê divê em ji bo vê navçeyê pêşniyarên nû bikin, lê em dikarin we piştrast bikin ku peydakirina şêwirmendên leşkerî bo Hêzên Pêşmerge berdewam dibe.”

Birîkarê Wezareta Pêşmerge Sarbast Lazgîn jî wiha got: “Serdana Cîgirê Wezîra Berevaniya Almanya û şanda pê re bo Wezareta Pêşmerge peyameke piştevaniyê ye.”

Cîgirê Wezîrê Berevaniya Almanya General Markus Laubenthal: "Girîng e ku li herêmê hêzeke xurt hebe. Divê hemû alî bi hev re karînên xwe yên têkoşîna li dijî terorê zêde bikin. Weke Almanyayê çi ji me were xwestin em amade ne ku bikin, lê divê kêşe li ber çavan bên girtin."