Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî bo Parlamenterên PDKê li Iraqê: Guhertinên siyasî her çawa bin em xwediyê dozeke rewa ne

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ligel Fraksiyona PDKê li Encûmena Nûnerên Iraqê civiya û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî got, guhertinên siyasî û hevkêşe her çawa bin em xwediyê dozeke rewa ne.

Îro Şemiya 02.07.2022 li Selahedîn, Serok Mesûd Barzanî li gel Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê li Encûmena Nûnerên Iraqê civiya.

Li vê civînê de rewşa siyasiya Iraqê û hengavên dawî û guhertinên nav proseya siyasiya Iraqê guftûgo kirin.

Her di vê civînê de Serok Barzanî jibilî balkişandina bi hilbijartina Cotmeha 2021 ya Iraqê û encamên wê, balkişand li ser wê yekê ku hemû pêdagirî û hewlên PDK di proseya piştî hilbijartinê de ji bo wê yekê bûye ku encama hilbijartinan xizmeta aramî û debara welatiyan û çareserkirina kêşeyan bike.

Serok Barzanî ew yek jî dûpat kir ku guhertinên siyasî û hevkêşe her çawa bin em xwediyê dozeke rewa ne û em bawerin ku divê giriftan li rêya pêgirîbûna bi destur û ber çav girtina her sê prensîpên şeraket û tewafuq û tewazûnê bêne çareser kirin û ev prensîp divê li ser karê hikumeta paşerojê û hemû kutleyên siyasiyan reng bide, Serok Barzanî eve jî dûpatkir ku PDK li gel nakokî û qûrbûna qeyranan nîne belku ewê ji bo wî girînge parastina mafên desturî û kerameta welatiyane.

Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî bi navê baştirbûna erk û karên nûnerên PDK li Encumena Nûnerên Iraqê şîret û berçavroniyên pêwîst xisterû, tekez jî li wê yekê kir ku pêwîste endamên Fraksiyona PDK li Encumena Nûnerên Iraqê xwe bi xizmetkarê welatiyan û dengderan û xwe bi bergirîkarê mafên xelkê bizanin û kirdarên wan zêdetirbê li axaftinê.