Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 30î Hezîrana 2022an, daxwaz ji Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê kir, her çi cihên firotina çekan hebin bigirin û her çi çekek bêmolet e dest bi ser de bigirin, ji bo careke din nebin gef li ser jiyana xelkê.
Serokwezîr Mesrûr di daxuyaniyekê de ragihand: “Min îro daxwaz ji Wezareta Navxwe kir her çi cihên firotina çekan hebin bigirin û her çi çekek bêmolet e dest bi ser de bigirin, ji bo careke din nebin gef li ser jiyana xelkê.
Em ewlehiya gel û welatê xwe nakin qurbaniyên xirapkar, qaçaxçî û keysebazan. Daxwaz ji gelê Kurdistanê dikim, çi çekên bê molet li cem wan hebin, radestî hikûmetê bikin û bi xwe beşdarî proseya pakkirina Kurdistanê ji çekên bêmolet bibin. Piştre li gor yasa, babeta pirsa çek dê wer birêkxstin.
Daxwaz ji dadgehan dikim di cibicîkirina yasayê de xemsar nebin û wan dilniya dikim ku bi her awayekî piştevan û hevkarê wan dibin.”