Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li balyozê Brîtanya li Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşema 30.6.2022an, pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson-Richardson kir.

Di civînê de dawî pêşhatên rewşa Iraqê û zehmetiyên li pêş proseya siyasî, pirsgirêkên Hewlêr – Bexdayê, hilbijartinên bê yên Herêma Kurdistanê, proseya çaksazî li Wezareta Pêşmerge, yekxistina hêzên Pêşmerge û pêşvebirina pêwendiyên Brîtanya ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de amaje bi wê yekê hate kirin ku herdu alî hevnêrîn in li ser girîngiya gihîştina hêzê û aliyên Iraqê bi hevtêgihîştinê ji bo derbaskirina astengiyên li pêş proseya siyasî û pêwîstiya parastina aramiya rewşa ewlehî û siyasî li welat. Her wiha tekezî li pêwîstiya baştirkirina xizmetguzariyan li welat hate kirin.

Derbarê pirsgirêkên Hewlêr – Bexdayê de, Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir, çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal, kilîta aramiya û çareseriya pirsgirêkên Iraqê ye, alozkirina pirsgirêkan jî nakeve berjewendiya ti aliyekî de û ti kes tê de serkeftî nabe.

Ji aliyekî din ve, girîngiya yekrêziya aliyên siyasî yên Kurdistanî li Bexdayê, hevakarî û hevahengiya di warê rûbirûbûna tawan û madeyên hişber dem pirsa koç û koçberan û pêşhatên herêmê bi giştî, mijarên din ên civînê bûn.