Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîkayê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşema 29.6.2022 pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê Robert Palladino kir, ku ji ber bidawîbûna erkê xwe, serdan kiribû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Konsulê Giştî yê Amerîkayê kir ji ber xebata wî ya ji bo pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê.

Mesrûr Barzanî di erkên wî yên nû de hêviya serkeftinê ji bo Robert Palladino xwest.

Konsulê Giştî yê Amerîkayê pêzanînên xwe ji bo pêwendî û hevahengiya berdewam a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel konsulxaneya welatê wî ya li Hewlêrê nîşan da.