Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Federal erkên ser milê xwe cibicî nekiriye

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ew bi Hikûmeta Federal re kar li ser dagirtina wê valahiya ewlehiyê ya heye dikin û kar temam bûne, lê belê heta niha Wezareta Darayî ya Federalî fînansa wê projeyê terxan nekiriye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê 29ê Hezîrana 2022an serdana Pêşangeha Teknolojî ya HITEX li Hewlêrê kir û li wir ji rojnamevanan re got: “Dilxweş im ku îro serdana vê pêşangehê dikim. Dîtina vê pêşangehê û van ciwanan, cihê dilxweşiyê û hêviyeke mezin a gelê me ye. Em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê, piştevaniyê li wan dikin û gelek bernameyên me ji bo hevkariya zêdetir li ciwanan û peydakirina derfetên kar ji wan re heye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê êrîşên li ser kêlgehên petrolê de got: “Me bi Serokwezîrê Iraqê û aliyên pêwendîdar re guftûg kirine ku ji aliyekî kesên deryasayî ve ev êrîş tên kirin û Hikûmeta Iraqê jî li wê yekê mikur hatiye ku yên van karan dikin naskirî ne. Em hewl didin bi hev re hevakar bin ji bo dawî li van êrîşan bê.”

Destnîşan kir jî: “Em bi Hikûmeta Iraqê re li ser xetê ne, ji bo ew valahiya ewlehiyê ya heye, bê dagirtin. Ew lîwayên hevbeş yên biryara pêkanîna wan hatiye dayîn, karên pêkanîna wan temam bûye, lê belê erkên ku li ser milê Hikûmeta Federalî ne, cibicî nekiriye û Wezareta Darayî fînansa wê projeyê nekiriye.”

Her wiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku dagirtina wan valahiyên ewlehiyê, gelekî hevkar dibe ji bo aliyên deryasayî û teroristî nikaribin carke din êrîşî ser Herêma Kurdistanê bikin.