Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û Konsulê Fransa li ser pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê axivîn

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransa li bajarê Hewlêrê kir û di wê hevdîtinê de herdu alî li ser pêşhatên siyasî û ewlehî yên dawî li Sûriyê û pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê axivîn.

Îro Dûşema 20.06.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Olivier Decottignies Konsolê Giştî yê Fransa li bajarê Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Fransa û peywendiya telefoniya meha derbasbûyî ya di navbera Serok Macron û Serok Barzanî de çêbibû,  guftûgo kirin.

Her di vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û senaryo û egerên nav proseya siyasî ya Iraqê li qonaxa bê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Pêşhatên siyasî û ewllehî yên dawî li Sûriyê û pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê mijareke dinî vê hevdîtinê bû.