Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li hejmareke nivîskar û rewşenbîrên Kurdistana Îranê kir

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro Yekşema 19.06.2022ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya li komeke nivîskar, akademîsyen û rewşenbîrên rojhilatê Kurdistanê kir ku ji bo beşdarîkirinê di merasima nasandina çend kitêbên belgenameyî da li ser şoreşên Barzan, serdana Herêma Kurdistanê kiribûn.

Serokê Herêma Kurdistanê bi germî bixêrhatina şandeya mêvan kir û behsa pêşvebirina têkeliyên Herêma Kurdistanê digel Komara Îslamiya Îranê di warê kultûrî û rewşenbîrî da kir.

Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest ku pira têkeliyên kultûrî û rewşenbîrî di navbera herdu gel û welatên dost û cîran de bihêztir bibe.

Rewşa nivîskariyê, edebiyata Kurdî û bizava çap û weşana Kurdî li Herêma Kurdistan û Îranê digel çend mijarên din yên girêdayî bi van waran ve, di dîdarê da hatin gotubêj kirin.

Xebatên ji bona komkirina belgenameyên derbarê dîroka Kurdistanê û şoreşên wê di arşîvên welatên cîran û cîhanê da di civînê da hatin behs kirin û di vî warî da, kar û xebatên enstîtuya Kurdistan li Tehranê û yên birêz Behramî Weledbegî û hevkarên wî yên ji bo komkirina belgenameyan û çapkirina wan bilind hatin nirxandin.

Şandeya mêvan vizyona aşitîxwazane û xebatên siyasî û diplomasî yên birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li ser asta navxwe, Kurdistan, Iraq û herêmî bilind nirxandin û serkeftinê jê ra xwestin.