Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro yekşemê 19ê Hezîrana 2022yan pêşwazî li şandeke bilind a serbazî û ewlehî ya Iraqê ya bi serokatiya Serfermandarê Artêşa Iraqê General Ebdulemîr Yarulla kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de tekezî li girîngiya pêşvebirina hevahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê kir, bi taybetî li deverên maddeya 140 ji bo rûbirûbûna terorê.
Herwiha Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku divê Pêşmerge weke beşek ji sîstema ewlehiya Iraqê were dîtin û were piştgirîkirin, ji ber ku bihêzbûna Pêşmerge di berjewendiya seqamgîrbûna rewşa ewlehiya Iraqê bi giştî de ye. Divê artêşa Iraqê jî nûnertiya hemû pêkhateyên Iraqê bike û bêyî ciyawazî, wan biparêze.
Şanda bilind a serbazî û ewlehî ya Iraqê tevî pêşkêşkirina kurteyek li ser rewşa ewlehî û serbazî ya li Iraqê, destnîşan kirin ku armanca hatina vê şanda bilind, pêşvebirin û bihêzkirina hevahengî û hevkariya navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge ye.