Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Xebata gelê kurd ji bo mafên xwe yên rewa bûye

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî, li Hewlêrê merasîma nasandina zincîreyek ji pirtûkên projeya documentary ya şoreşên Barzan li Hewlêrê birêve çû.

Di merasîmê de, Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Seroka Parlamentoyê Rêwaz Fayiq, Serokê Partiya Sosyalist Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd û hejmarek ji kesayetiyên siyasî û nivîskar amade bûn.

Serok Barzanî di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û tê de got: “Belge wê yekê nîşan didin ku xebata netewa me ji bo mafên xwe yên rewa bû. Şanaziyê bi wê dikim ku ez xwendekarekî biçûk ê wê dibistana mezin a Barzanî me.”

Serok Barzanî got: “Rêbaza Barzanî, rêbazeke pîroz e, lê mixabin me nikarî wê rêbazê wek pêwîst bi xelkê din bidin naskirin. Li ser destê Şêx Ebdulselam ê şehîd û birayê wî Şêx Ehmed, ev rêbaz hat damezirandin. Ew rêbaz li ser bingeha xwedêperestî û mirovdostî hatiye damezirandin û heta em saxin jî pê serbilind in. Di vê rêbazê de, dîn exlaq e, dîn û niştiman ji hev cuda nabin, di mirovatiyê de em hemû birayên hev in, têkoşîn li dijî zorderan ferz e. Parastina jîngehê, edaleta civakî, pêkvejiyana olî, firehkirina sînorê eşîrtiyê bo sînorê netewiyê ye. Hest bi şanaziyê dikim ku ez xwendekarekî biçûk ê vê dibistana mezin im.”

Serok Barzanî got: “Ev cara yekem e projeyeke akademî ya serdemyane li ser xebat û têkoşîna sê sembolên mezin ên tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê (Şêx Ebdulselam Barzanî, Şêx Ehmed Barzanî û Mela Mistefa Barzanî) bi hev re û bi piştbestin bi belgenameyên arşîva Îranî û Osmanî tê kirin. Ev karekî pîroz û giranbuha ye û di rojeke dîrokî (18ê Hezîranê) roja ku Barzanî û hevalên wî çemê Aras derbas kirin.”

Amaje bi wê da: “Mixabin dîroka gelê me ji aliyê dijminan ve hatiye reşkirin. Her dem wan xwastine ku vê xebata pîroz wiha bê nîşandan ku xebata çend eşîre û aliyan e û ti pêwendiya wê bi netewiyê re nîne. Lê belê belge hemû nîşan didin ku xebata netewa me, xebateke mezin e. Hêvîdar im jî zana û lêkolînerên Kurd li dû wan belgeyan de bigerin û dîroka netewa me binivîsin.”

Serok Barzanî got: “Rêbaza Barzanî, rêbazeke pîroz e, lê mixabin me nikarî wê rêbazê bi xelkê din binasanda. Li ser destê Şêx Ebdulselam ê şehîd û birayê wî Şêx Ehmed, ev rêbaz hat damezirandin. Ew rêbaz li ser bingeha xwedêperestî û mirovdostî hatiye damezirandin û heta xweş in şanaziyê pê dikin. Di vê rêbazê de, dîn exlaq e, dîn û niştiman ji hev cuda nabin, di mirovatiyê de em hemû birayên hev in, têkoşîn li dijî zorderan ferz e. Parastina jîngehê, edaleta civakî, pêkvejiyana olî, firehkirina sînorê eşîrtiyê bo sînorê netewiyê ye. Hest bi şanaziyê dikim ku ez xwendekarekî biçûk ê vê dibistana mezin im.”

Serok Barzanî da zanîn: “Di destpêka sedsala bîsatan rojhilatnasekî Brîtanî yê bi navê Wîgram hate herêm û serdana Şêx Ebdulselan Barzanî kiriye. Wî di pirtûka xwe de behsa gelek tiştan kiriye, lê ew cihê balkêşiyê ye ew e, ew dibêje: Şêx Ebdulselam ji min xwast ku alîkariya wî bikim ta ku ew serdana Londonê bike. Min jê pirsî: Ji bo çi tu dixwazî serdana Londonê bikî? Şêx Ebdulselam got: Dixwazim serdana Şah George bikim û behsa serxwebûna Kurdistanê bikim.”

Her wiha got: “Şêx Ebdulselam gelekî li pêş serdema xwe bû, çi di çaksaziyên ku kirine û çi di nêrînên xwe yên derbarê netew û olê de. Heta gihîşt wê astê ku dewleteke federal di navbera Kurd û Ermenan de damezirîne û ji bo vê armancê jî serdana Rûsyayê kir û ligel Şahê Ermenî Endiranîk û Mar Şamûn ê Aşûrî civiya. Me wiha dizanî jî ku li Teblîsê Paytexta Georgia Nûner Qeyser dît. Lê berî du salan dema Serokwezîrê Rûsyayê Sergey Lavrov hat Hewlêrê, ji me re rast kir ku Şêx Ebdulselam Qeyser bi xwe dîtiye û ev yek di arşîva me de heye.”

Serok Barzanî diyar kir jî: “Di vegerê de, hin xayînên Kurd xiyanetî kirin û Şêx Ebdulselam radestî Osmaniyan kir û di sala 1914an de li Mûsilê hat bidarvekirin û şehîdkirin. Ew proje bi ser neket, ji ber ku Şerê Cîhanê yê yekem û komkujiya Erman rû da û rewş hate guhartin. Lê belê birayê wî Şêx Ehmed, cihê wî girt û nehîşt ti valahiyek dirust bibe. Tiştê wî jî encam daye, wî baştirîn pêwendî bi serkirdeyên din ên Kurdistanê danî, ligel Şêx Seîd û Şêx Mehmûd Hefîd.”

Serok Barzanî her wiha got: “Şêx Ehmed li vê cîhanê Zahid bû. Ewên gihîştine xizmeta wî, dizanin ku ew çendî mezin bû. Heta wî koça dawiyê kir, destê xwe neda pereyan. 12 salan li zîndanên Besra û Bexdayê qeyd û bend di dest û pêyên wî de bûn. Çendîn caran daxwaz ji wî hate kirin ku nameyekê ji Nûrî Seîd û Brîtaniyan re binivîse û daxwaza lêborîn û lêxweşbûnê bike, lê belê wî nekir û got: Ez daxwaza lêborînê ji Xwedê dikim, min tiştek nekiriye heta daxwaza lêborînê ji wan bikim. Heta û Şoreşa Tîrmeha 1958an di zîndanê de ma û 20 Tîrmehê ji zîndanê hat azadkirin. Ez biçûk bûm dema em çûn me pêşwazî lê kiriye.”

Serok Barzanî got jî: “Mela Mistefa Barzanî Pêşmergeyekî vê rêbazê bû û xwendekarekî wan bû. Wî jî hemû jiyana xwe ji bo xizmeta netewa xwe terxan kir. Derbaskirina çemê Aras û 53 rojên di rê de ku çendîn caran rastî şer hatin, her ev bi xwe qehremaniyeke bêwêne ye ji wî û hevalên wî re. Niha tenê 6 kes ji wan li jiyanê ne, yek ji wan bi nûnertiya wan Kak Kazim li vir e. Spasî û rêza min ji wan re heye.”

Serok Barzanî di beşeke din a gotara xwe de got: “Bi dirêjahiya dîrokê, stem û zordarî li netewa me hatine kirin, me jî gelek stem li xwe kiriye. Çendîn sozê bi me hatine dayîn nehatine cibicîkirin.”

Serok Barzanî domand: “Em şanaziyê bi vê dîroka serwer in û em şanaz in ku têkoşîna me ya rewa û nakokiya me ya bi rejîman re tu carî nehişt ku bibe nakokiyek di navbera gelan de. Belgeyên li nava rêzepirtûkên ku li ra ser zimanê rayedarên navçeyê ve hatine pêşkêşkirin, nîşan didin ku tevger û şoreşên Barzan tevgerên berxwedanê, redkirina zulmê, pêşvebirina edaletê û parastina civakê û jiyana pêkhateyan bûye, ne bizaveke eşîrtî û navçegerî bûye. Bi dirêjahiya dîrokê zilmeke mezin li neteweya me hatiye kirin. Me bi xwe jî gelekî zilim li xwe kiriye.”

Diyar kir jî: “Niha herêm rastî qeyraneke mezin bûye. Li gelek cihan şer heye. Teror hîn jî gefeke cidî ye, wê demê jî û niha jî dizanin ku ew bi dawî nebûye û bi hêsanî jî li Iraqê bi dawî nabe. Li Iraqê ji meha Cotmeha borî ve hilbijartin hatiye kirin, lê heta niha nahêlin encamên wê hilbijartinê wek xwe birêve biçe. Niha Iraq di krîzeke kûr de ye. ”

Derbarê Herêm û Bexdayê de Serok Barzanî got: “Me wiha dizanî ku piştî pesendkirina destûra Iraqê di sala 2005an de, ev ê bibe rênîşander û maf û erkên hemû aliyan nîşan bide. Eger pabendî pê bihata kirin, pirsgirêk dê bihatan çareserkirin. Wê demê jî min got ku ev destûr ne nimûneyî û bêkêmanî ye, lê destûreke gelekî baş e. Eger ev destûr bi destûrên derdora xwe re berawird bikin, ev destûreke gelekî bi rêkûpêk e, lê mixabin ne pê pabend bûn û ne jî rêz lê girtin. Eger Bexda cidî ye û îradeya wê ya rêkeftinê hebe, bila destûr hakim be. Lê belê ew destûrê didin aliyekî û bi keyfî biryarên neyasayî didin û ew mafê ku destûrê daye gelê Kurdistanê jê distînin, ev jî nayê qebûl kirin. Careke din tekez dikim, divê ew pirsgirêkên hebe, bi guftûgoyê bêne çareserkirin.”

Serok Barzanî tekez kir jî: “Eger hin kes hene bi hêz, zorî û çek û gefxwarinê diaxivin, xelekî ji wan bi karîntir hebûn û xwe ceribandin, ev 100 sal in çi bi dest ketiye ji bilî malwêranî, ji niha û pê ve jî ji wê baştir nabe. Ji şer xiraptir, xweradestkirin e, em jî xweradest nakin.”

Her wiha got: “Gelek caran em dibihîsin ku gef li me tê xwarin, di nava me de jî hin dilê xwe bi wê xweş dikin ku temenê vê Herêmê ne dirêj e. Ev Herêm bi xwîna şehîdan hatiye avakirin û bi xwîna kurên şehîdan jî tê parastin.”