Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK 65mîn salvegera damezrandina PDK-Sê pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di peyamekê de 65mîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê -Sûriyê (PDK-S) pîroz kir.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

Birêz Siûd Mela, Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye

Endamên Polîtburo û Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye

Bi helkefta 65 saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriye, em pîrozbahiyê li we, kadir, endam û alîgirên partiya we ya têkoşer û kevnar dikin. Em hêvî dikin ku hûn herdem pêşkeftî û serkeftî bin, ji bo bidestveanîna hemû mafên niştimanî û netewî û demokratîk yên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê.

Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) beriya 65 salan weke yekemîn partiya siyasî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê hatiye damezrandin û yek ji qonaxên herî girîng ên têkoşîna siyasî ya rêxistinî li Sûriyê bû, ew jî bi armanca komkirin û rêkxistina hewl û hêzê û herwiha ji bo rêveberiya gel ji bo bidestveanîna maf û daxwaziyên gelê Kurdistanê li Sûriyê.

Partiya Demokrata Kurdistanê -Sûriye weke partiyeke nerm, wêrek û pêbawerî li cem gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê di dema borî û niha de di qada xebat û qurbanîdanê de, hertim li pêşiya karwanê têkoşînê bûye. Qonaxên cuda yên xebata gelê Kurdistanê li Sûriyê şahidiya wê yekê didin ku ew partiya resen çiqasî nûneratiya êş û azarên gelê Kurd li Sûriyê kiriye û çiqasî di karwanê xebat û têkoşînê de pêşverû bûye ji bo bidestveanîna maf û azadiyên gelê Kurd li Sûriyê.

Bi vê minasebetê em hevbendî û dostaniya xwe ya bihêz di navbera xwe de dubare dikin û tekeziyê dikin li ser bihêzkirina bingehên rast ên xebat û têkoşîna sivîl û demokratîk û bidestxistina hemû armancên aştî, azadî û demokrasiyê.

Em careke din 65mîn saliya damezrandina PDK-Sê pîroz dikin û piştrast in ku zehmetî û astengiyên çêkirî yên li pêşiya têkoşîna we ya rewa demkî ne û meydana rastî ya têkoşînê ji bo partiyên resen û gelêrî ye. Karwanê xebata we ya sivîl û demokratîk berdewam û berhemdar dibe.

Her serkeftî û serfiraz bin...

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê

14-6-2022”