Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Encumena Asayişa Kurdistanê: Êrişa terorîstî ya ser Hewlêrê ji aliyê milîsên Hizbullaha Iraqê ve hatiye kirin

Hewlêr-KDP.info- Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, êrişa terorîstî ya şeva borî ya Hewlêrê ji aliyê milîsên Hizbullaha Iraqê ve hatiye kirin.

Encumena asayişa Kurdistanê li ser êrişa terorîstî ya şeva borî ya Hewlêrê peyamek belav kir. Peyama encumenê wiha ye:

“Êrişa terorîstî ya şea borî li ser Hewlêrê, berdewamiya wan êrişan e ku armanca wan xistina fişarê ye li ser Herêma Kurdistanê.

Ew drona ku di wê êrişê de hatiye bikaranîn, li devera nahiya Pirdê (Kerkûk) û ji aliyê milîsên Hizbdullahê ve arasteyî Hewlêrê hatiye kirin.

Piştî êrişê çend malperên fermî yên girêdayî dewleteka herêmî mîna her car belav kirin ku di wê êrişê de qaşo otomobîleka MOSSADa Îsraîlê hatiye armanckirin û kesek jî hatiye kuştin! Lê bo xelkê Hewlêr û Kurdistanê ku bi çavên xwe cih û curê êrişê dîtin, ev nûçe bûne cihê tirraneyan.

Yên ku wan tiştan belav dikin, dixwazin lawazî û şikestina xwe veşêrin. Eger rast dibêjin bila asayişa nav dilê paytext û bajarên xwe biparêzin.

Herêma Kurdistanê ti carî nabe cihek bo êrişkirin li ser welatên deverê lê di heman demê de em radigehînin ku welatên han divê rêzê li serweriya xak û gelê Herêma Kurdistan û Iraqê bigirin.

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê”