Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Îsmaîl Beşkçî: Spas ji bo gelê Kurdistanê..Spas ji bo dilsoziya we

Soran-KDP.info- Li bajarê Soranê yê Herêma Kurdistanê merasîmek ji bo rêzgirtina dostê kurd û nivîskarê navdarê tirk Îsmaîl Beşkçî hat lidarxistin.

Îro li zanîngeha Soranê merasimek bi amadebûna nûnerê Serok Barzanî û serpereştyarê Rêveberiya Serbixwe ya Soranê û hejmareke berçav ji hikûmetê, siyasî, akademîsyen û nivîskaran merasîmek ji bo rêzgirtina Îsmaîl Beşkçî birêve çû.

Di destpêka merasîmê de li zanîngeha Soranê vekirina peykerê Îsmaîl Beşkçî hat lidarxistin.

Di merasîmê de bîrmend û dostê Kurd (Îsmaîl Beşkçî) gotarek pêşkêş kir û got: “Li Rojhilata Navîn piştî bi sedan salan ji proseya xwendin û zanîngehan, îro ez kêfxweş û serbilind im ku peykerê xwe li zanîngeha Soranê dibînim. buhatir e û çi ji destê min bê ezê bikim.Spas ji bo gelê Kurdistanê, spas ji bo dilsoziya we.”