Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Dezgeha Rewşenbîriyê ya PDKê: Çekdarên PKKê bi mûşekan êrişî navenda me kirin

“Roja Sêşema 24.5.2022 çekdarên PKKê bi rêya mûşekan êrîşeke tirsonek li dijî bingeheke weşana dezgeha me ya li ser Çiyayê Bêxêr yê di navbera Duhok û Zaxoyê de encam dan, ji ber êrîşê ziyaneke mezin a maddî gihîşte avahî û amûrên bingehê û bû sedema rawestana weşana Radyoya Duhokê û kanala Duhok TV û Radyoya Zaxo û kanala Delal TV û çend radyo û kanalên din, ku bi rêya wê bingehê weşana bername û programên xwe ji bo wê deverê dikin.

Tevî ku em vê kiryara tirsonek bi awayê herî tund riswa û şermezar dikin, em radigihînin ku armanckirina bingeha weşanê û kanalên medyayî yên dezgeha me, ji bilî tirs û bizdîna PKKê ji dengên dilêr û wêrek û rastbêjiya ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistanê, wateyeke din nade.

Hewla nezok a çekdarên PKKê ji bo bêdengkirina dengê heqbêjan û dengê netewî û niştimanî yê medyakar û ragihandinên PDKê, ji bo nixumandina karên xwe yên neyasayî û dagirkeriyên xwe yên li Herêma Kurdistanê ye, loma bi awayekî tirsonek êrîşî yek ji bingehên herî pêşketî yên weşana Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dikin, ku ev bingeh ji bilî ku bingeheke weşana medyayê, nîşaneya şaristanî û pêşketina Herêma Kurdistanê ye û ti hincetek ji bo armanckirina wê tune ye.

Her weke eşkere ye, ev kiryara wan a nerewa jî, nîşaneya têkçûna bername û fikra demborî ya wê taqimê ye, ku xwe dispêrin hemû karên nemirovî û neyasayî ji bo gihîştina meramên xwe yên tawankarî û dagirkarî.

Em careke din vê kiryarê riswa û şermezar dikin û ji çekdarên PKKê daxwaz dikin ku dest ji Herêma Kurdistanê berdin û êdî nebin sedema gef û neseqamgîriyê.


 

Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê

24.5.2022”