Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî di şîna Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Nehyan de beşdar bû

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja Duşema 16.05.2022ê ji bona beşdarîkirina di şîna xwedê jêrazî Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Nehyan Serokê koçkirî yê Îmaratê, gihişte Ebu Dabî û ji aliyê rêzdar Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan, Serokê Îmaratê ve hate pêşwazî kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî li ser navê xwe û li ser navê gelê Kurdistanê ji Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan, malbata birêz ya Al Nehyan, hikûmet û ji gelê Îmaratî re sersaxiyê xwest, hevxemî û hevsoziya xwe pê re parve kir û hêvî xwest ku Xwedayê mezin rehmetî bi dilovanî û mîhrebaniya xwe şad bike û sebir û hedarê bi hemû aliyan bide.

Rêzdar Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan Serokê Îmaratê, ji aliyê xwe ve, bi navê xwe û malbata xwe ya birêz û Serokayetiya welatê xwe, ji bo beşdarîkirin û hevbeşî ya Serok Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê ra di şîna wan da spasî kir û careke din, bi navê xwe û welatê xwe, dostanî û hevsoziya Herêma Kurdistanê digel Îmaratê bilind nirxand.

Şandeya bi Serok Nêçîrvan Barzanî ji Mistefa Seyid Qadir Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Qubad Talebanî Cîgirê Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê û Fewzî Herîrî Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê pêk hatibû.