Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî û balyozê Amerîka pêşketinên dawiyê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Dûşema 16.05.2022yê, pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller kir ku bi boneya bidawîhatina erkê xwe serdana xwetirxwestinê kir.

Di hevdîtinê de Konsulê Amerîka li Hewlêrê Robert Palladino amade bû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Balyozê Amerîka kir ji bo hewlên wî ji bo pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîka di heyama karkirina wî li Iraqê de û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwast.

Dawî guhartin û pêşhatên Iraqê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîka bi taybet di warê bazirganî û veberhênanê de, mijarên din ên guftûgoyên hevdîtinê bûn.