Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokwezîr Kurdistanê pêşwazî li şanda Dezgeha Navdewletî ya IFC kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Dezgeha Navdewletî ya Darayî (IFC) kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li şandeka dezgeha navdewletî ya darayî (IFC) kir.

Di civînê de şanda mêvan raportek kurt li ser kar û xebatên xwe pêşkêş kir û hewlên serokê hikûmeta Kurdistanê di warê reformê de bi qîmet nirxand.

Di hevdîtinê de her wiha behsa berfirehkirina hemahengiya navbera hikûmeta Kurdistanê û IFC û derfetên cîbicîkirina pirojeyên hevbeş bi sektora taybet re li Herêma Kurdistanê hat axaftin.