Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Mamoste dikarin bi riya perwerdeyeke dirust û pêşketî, civakeke tendirust ava bikin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 60emîn salvegera damezirandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û ragihand, Mamoste dikarin bi riya perwerdeyeke dirust û pêşketî, civakeke tendirust ava bikin.

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:

“Bi boneya 60emîn salvegera damezirandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê, gemtirîn pîrozbahiyan arasteyî serok û endamên Mekteba Sekreteriyê û tevahiya mamosteyên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim.

Mamosteyên Kurdistanê di serdem û qonaxên cuda ên xebata gelê Kurdistan û heta îro, roleke wan ya diyar û pêşeng di berevanîkirina li mafên rewa ên xelk Kurdistanê û pêgehandina nifşê nû û hişyarkirina civakê de hebû, ji ber wê bi rêz û pêzanîn xebat, têkoşîn û rola hemû mamosteyên Kurdistanê di gihandina peyama perwerde û fêrkirinê ya pîroz bi bîr tînin.

Mamoste dikarin bi riya perwerdeyeke dirust û pêşketî, civakeke tendirust ava bikin, civakekê ku mirovê niştimanperwer û dahêner dirust bike û bibe beşek ji proseya pêşxistin û geşepêdana Kurdistanê.

Spasiya mamosteyên Kurdistanê dikim ku tevî rewşa ne li bar û sexte de, hemû hewlên xwe didin ji bo poseya xwendinê berdewam be. Hêvîdar im Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevkariya hemû aliyan, bikare xizmeteke zêdetir û hêjayîtir li mamosteyan bike.

 

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê”