Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Bingeha Laliş xizmeteke hêja bo kultura kurdî û çanda Êzîdatiyê kiriye

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta 29 saliya damezirandina Bingeha Rewşenbîrî ya Laliş peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesûr Barzanî bi peyamekê salvegera damezirandina bingeha Laliş pîroz kir. Peyama wî wiha ye:

“Endamên birêz yên desteya bilind ya bingeha Laliş ya çandî û civakî,

Bi helkefta bîst û nehemîn salvegera bingeha Laliş, germtirîn pîrozbahiyan li hewe û xûşk û birayên êzîdî dikim. Hêvîdar im her dem serkeftî bin di kar û xebata xwe de.

Bingeha Laliş xizmeteka hêja û diyar ya kultura kurdî û çanda êzîdatiyê kiriye. Destxoşiyê li hewe dikim û hêviya pêşkeftinê bo we dixwazim.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê”